Malbata Bêhzad Xusrewî: Kurê me nehatiye azadkirin û di girtîgeha Îtilaatê ya Sine de îtirafa bi zorê kiriye

11 September 2024 17:02

Hengaw; Yekşemî 8ê Îlona 2024an

Çand roj piştî belavbûna nûçeya girtin û radestkirina Bêhzad Xusrewî yê kêmendam û çalakvanekî siyasî yê Kurd ji aliyê hêzên Asayişa Silêmaniyê ve bo Îranê, niha rûpeleke Instagramê bi navê navbirî dest bi weşanê kiriye û vîdyoyeke Bêhzad ya îtirafa bi zorê tê de hatiye weşandin.

Bêhzad Xusrewî di vê girte vîdyoyê de ku tenê esman tê xuyakirin û şûna girtina vîdyoyê diyar nîne û navbirî bi çilê kompaniya ku li Silêmaniyê tê de kar dikir, der dikeve û dibêje: “Min destûra manê li Herêma Kurdistanê nebûye û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî, ti alîkariyek min nekiriye, lewma ez çûme cem hêzên Asayişê û min ji wan xwastiye ku min vegerîne Îranê û wan jî ez heta ser sînor birime û ez niha di Îranê de serbest im.”

Hengawê ji bo vê yekê digel malbata navbirî pêwendî girtiye û malbata wî ev yeka red kiriye û daye zanîn ku Bêhzad niha jî di girtîgeha Îtilaata Sinê de ye û vê navenda ewlehî di bin zextan de ev neçar kirine ku pêşiya kamirayê vê nivîsa ku berê hatiye amadekirin, bixîne.

Hêjayî gotinê ye ku, rûpela Instagramê ya ku bi navê Bêhzad Xusrewî ji nîveroya roja Yekşemî ve dest bi weşanê kiriye, ji aliyê Îtilaata Sinê ve tê birêvebirin û heya niha 800 kes dişopînin ku 90 ji sedî wan şopînerane yên sexte ne û hin kes in ku bi navên Farsî û di wan rojan de bi vê tora civakî zêde bûne.

Bêhzad Xusrewî, çalakvanê siyasî yê 35 salî û xelkê bajarê Seqizê û endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye û herwisa wek penaber endamê fermî yê Komîsariya Bilind a Netewên Yekbûyî ye, ku du hefte beriya niha piştî gazîkirin ji aliyê hêzên Asayişa Silêmaniyê ve hatibû binçavkirin û bi bê agehdariya malbata wî, Şemeya borî radestî hêzên Îtilaata Sinê hatibû kirin.

Piştî medyayîbûna vê nûçeyê ji aliyê Hengawê ve, îdareya Asayişa bajarê Silêmaniyê bi belavkirina daxuyaniyekê îdia kir ku, piştî girtina Bêhzad Xusrewî li şeqameke bajarê Silêmaniyê, em hatine agehdarkirin ku ew kese siyasî nîne û destûra manê li Silêmaniyê nîne û navbirî bi daxwaza xwe ji bo Îrane hatiye vegerandin.

Rojek piştî vê yekê beşa Teşkîlata eşker ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku Bêhzad Xusrewî ji 10 sal beriya niha ve bûye endamê vê teşkîlatê û destûra manê hebûye. Ji aliyek dinê ve kopeyek ji karta îqameta navbirî ku ketiye destê Hengawê, nîşan dide ku navbirî heya sê mehên dinê jî destûra mana li Herêma Kurdistanê hebûye û piştî vê yekê diviya carek din ji bo salekê îqameya xwe nû bikiriba.


Di vî warî de zêde bixwînin