Girtin û egera radestkirina Sîrwan Fexrî yê çalakvanê siyasî yê Kurd ji Tirkiyê bo Îranê

05 October 2024 02:09

Hengaw; Înê 4ê Cotmeha 2024an

Sîrwan Fexrî, çalakvanê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Seqizê, piştî ku ji aliyê hêzên ewlehî yên Tirkiyê ve hate girtin, li jêr metirsiya cidî ya dîportkirin û radestkirin ji Tirkiyê bo Îranê ye. Navbirî berî niha jî li Tirkiyê, biryara bicihhêlana vê dewletê bi ser de hatibû sepandin.

Pêka rapoar ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 3ê Cotmeha 2024an, Sîrwan Fexrî yê temen 38 salî û xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatiye girtin û ji ber ku biryara dîportkirina vî çalakvanê siyasî ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatiye dayîn, metirsiya dîportkirina wî bo Îranê heye.

Li gorî çavkaniyeke aghedar, ev çalakvanê siyasî yê Kurd li nêzîkî bajarê Bedlîsê yê ser bi Bakurê Kurdistanê ji aliyê polîsan ve hate girtin. Navbirî vê dawiyê û ji ber zext û givaşên saziyên ewlehî û herwiha rêkeftinameya ewlehî ya di navbera Îran û hikûmeta navendî ya Iraqê de, neçar mabû ku bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê bi cih bihêle û vegere Tirkiyê. 

Hêjayî gotinê ye ku, Sîrwan Fexrî berê dosyaya penaberiyê li Tirkiyê hebû û piştî redkirina daxwaza wî ya penaberiyê û derçûna sizayê derketina wî ji Tirkiyê, neçar mabû ku dîsan vegere Herêma Kurdistanê.

Sîrwan Fexrî di fayleke dengî de girtina xwe ji aliyê polîsên Tirkiyê ve piştrast kiri û daxwaz ji saziyên mafê mirovî kir ku bibin dengê wî, ji ber ku eger radestî Îranê bê kirin dê rastî îşkence û sizayên giran bê.


Di vî warî de zêde bixwînin