Mojgan Kavûsî bi salek girtîgehê hate sizadan

18 August 2024 11:32

Hengaw; Yekşemî 18ê Tebaxa 2024an

Mojgan Kavûsî, nivîskar û lêkolînera Kurd ya xelka Kelardeşta Mazenderanê piştî pêdaçûna sizayê navbirî ji aliyê Taya 39 a Dîwana Bilind ve û şandina dosyaya wê bo Taya 2 a Dadgeha Şoreş a Sarî, bi salek girtîghê hate sizadan. Navbirî beirya niha di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin û bi 62 meh girtîgehê hatibû sizadan

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 11ê Tebaxa 2024an, Mojgan Kavûsî, nivîskar û lêkolînera Kurd û ji peyrewên ola Yarsan a xelka Kelardeşta Mazenderanê, piştî pêdaçûna sizayê navbirî ji aliyê Taya 39 a Dîwana Bilind ve û vegerîna dosyaya wê bo Taya 2 a Dadgeha Şoreş a Sarî, sizayê wê ji 62 meh girtîgehê bi salek girtîghê hate kêmkirin. 

Hêjayî gotinê ye ku, li Şibata 2024an daxwaza azadiya li bin çavdêriya pêbenda elekteronîkî ya Mojgan Kavûsî ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Sarî ve hatibû redkirin û ji 15ê Hezîrana 2024an ve sizayê xwe bi awayekî “dengê vekirî” ji derveyê girtîgehê derbas dike.

Mojgan Kavûsî beriya niha ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a bajarê Sarî ve bi tohmeta “kombûn û lihevkirin li dijî ewlehiya Îranê” bi 39 meh girtîgeh û "bêrêzîkirin bi Xamineyî" bi 15 meh û yek roj girtîgeh û “propagenakirin li dijî hikûmetê” bi 8 meh girtîgehê hatibû sizadan. Li gorî yasaya serhevkirina sizayan, sizaya herî giran 39 meh girtîgeh ji bo vê niviskara Kurd dê were cîbicîkirin.

Ev çalakvana Kurd roja Sêşemî 3ê Çileya 2023an, piştî derbaskirina 104 roj binçavkirin, bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê bi danîna barimteya 3 milyard Tumenî ji girtîgeha Qaîmşarê hatibû berdan.

Mojgan Kavûsî roja Pênçşemî 22ê Îlona 2022an, hevdem digel destpêka şoreşa Jin Jiyan Azadî di mala xwe ya bajarê Kelardeştê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştre ji bo navendên ewlehî û girtîgeha Tunekabonê hatibû veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin