Sine; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Îzetulah Zeynelpûr

05 November 2024 13:45

Hengaw; Sêşemî 5ê Mijdara 2024an

Îzetulah Zeynelpûr, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Sinê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û bi derbasbûna mehek   ji girtina wî ti zanyariyek ji çarenivîsa wî ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja 6ê Cotmeha 2024an, Îzetulah Zeynelpûr, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Sinê, piştî vegerîn ji Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihek nexuya hate veguhastin û bi derbasbûna mehekê ti zanyariyek ji çarenivîsa wî ber dest nîne

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd heta niha bê encam maye û saziyên ewlehî jî, ji dana her cure bersivekê di derbarê navbirî de xwe dûr digirin

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê sedemên girtin û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin