Raporek li ser girtina çar welatiyên Kurd li bajarên Tehran, Avdanan, Şabad û Urmiye

17 February 2026 18:21

Hengaw; Sêşemî 17ê Şibata 2026an

Çar welatiyên Kurd ên bi navê Kuşar Hezretî yê xelkê Qurwe, Emîn Fereculahî yê xelkê Avdananê, Îrfan Xusrewabadî yê xelkê Şabad û Elîriza Ebdulahî yê xelkê Urmiyê, di vê dawiyê de ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Li gorî raporên ku gihîştine Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di navbera 8ê Çile û 16ê Sibata îsal de, çar welatiyên Kurd li çar bajarên cuda hatine girtin, ku danasîna berfireh a wan wiha ye;

Kesên ku li Tehranê hatine girtin

Kuşar Hezratî ji Qurwe û rûniştiyê Tehranê, roja Duşemî 16ê Şibata 2026an, di encama êrîşa hêzên ewlehî de bo ser mala wî li şeqama Setarxan li Tehranê hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Girtiyên Avdananê

Emîn Fereculahî ji Avdanana parêzgeha Îlamê, roja Duşemî 16ê Şibata 2026an li vî bajarî ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Girtiyên Şabadê

Îrfan Xusrewabadî ji Şabadê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, roja Yekşemî 15ê Şibata 2026an, li ser rêya Şabadê ber bi Kirmaşanê ve bêyî hebûna ti belgeyeke dadwerî û bi karanîna tundûtîjiyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Girtiyên Urmiyê

Elîriza Ebdulahî ji Urmiyê, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, di dema xwepêşandanên giştî de li taxa Gulşehr a Urmiyê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin. Derbarê çarenivîsa wî ti zanyariyek ber dest nîne.

Heta dema belavbûna vê raporê, zanyariyên serast derbarê tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtina wan û çarenivîsa van çar welatiyane ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin