Avdanan; Neh welatî hevdem digel rêûresma çileya Elîriza Seyidî ji qurbaniyê xwepêşandanên meha Çileyê hatine girtin
Hengaw; Çarşemî 18ê Şibata 2026an
Herî kêm neh welatiyên Kurd ên bi navên Seîd Nadirî, Husên Bêhname, Ebulfezl Derbendî, Bêhzad Ekberî, Seîd Yarî, Mihemedemîn Nezerî, Yûsif Xetawî, Edîb Nezerî û Armîn Pîrayî li berdewamiya girtinên bi kom li parêzgeha Îlamê, ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarên Avdanan û Serawle hatine girtin.
Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 17ê Şibata 2026an, neh welatiyên xelkê Avdananê bi navên Seîd Nadirî yê 35 salî, Husên Bêhname yê 27 salî û rûniştiyê bajarokê Hezaranî, Ebulfezl Derbendî yê 20 salî û rûniştiyê bajarokê Hezaranî, Bêhzad Ekberî yê 35 salî Seîd Yarî, Mihemedemîn Nezerî, Yûsif Xetawî yê 34 salî, Edîb Nezerî û Armîn Pîrayî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.
Li gorî raporan, ev girtinane hevdem digel birêveçûna rêûresma çileyê ya kuştina hikûmetî ya Elîriza Seyidî, nûciwanê 16 salî û xelkê Avdananê hatiye encamdan. Di dema rêûresmê de, hêzên hikûmetî beşdarbû dane ber guleyan û herî kêm sê kes birîndar bûne. Binçavkirina welatiyan bêyî nîşandana ti biryarek dadwerî û bi karanîna tundûtîjiyê pêk hatiye.
Heta dema belavbûna vê raporê, derbarê tohemtên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa van welatiyên Kurd ti zanyariyek ber dest nîne.