Newsûd; Mardîn Şukrî di dema kolberiyê de bi teqeya hêzên leşkerî hate birîndarkirin
Hengaw; Sêşemî 5ê Mijdara 2024an
Kolberekî Kurd ê bi navê “Mardîn Şukrî” yê xelkê bajarê Pawê, di dema kolberiyê de li ser sînorê Newsûdê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi tundî hate birîndarkirin û ji ber kûrahiya birînên xwe bo tedawiya pizîşkî bo dermanxaneyekê li bajarê Kirmaşanê hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 2ê Mijdara 2024an, Mardîn Şukrî, kolberê xelkê gundê “Dişe” ê ser bi bajarê Pawê, di dema kolberiyê de bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî li dijî hejmareke kolberan li ser sînorê Newsûdê bi dijwar hate birîndarkirin û bo tedawiya pizîşkî bo dermanxaneyekê li bajarê Kirmaşanê hate veguhastin
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Mardîn Şukrî bi bê agehdarkirina berê ji aliyê van hêzan ve hatiye armanckirin û ji aliyê ser û milê xwe ve bi gulleyên saçmeyî hatiye birîndarkirin.
Ev kolberê Kurd ji bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê hatiye veguhastin û rewşa wî xirab hatiye ragihandin.