Elî Rûhî bo girtîgeha Îtilaata Spahê li Sinê hate veguhastin
Hengaw; Sêşemî 5ê Mjdara 2024an
Elî Rûhî (Pişko) ji endamê Komîteya Gundî ya Encumena Kesk a Çiyaya Merîwanê bo girtîgeha Îtilaata Spaha Pasdaran li bajarê Sinê ya naskirî bi Biryargeha "Şehramfer" hatiye veguhastin û ji bo wergirtina îtirafên bi zorê rastî îşkenceyên derûnî û laşî hatiye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 31ê Cotmeha 2024an, Elî Rûhî (Pişko) yê 32 salî û xelkê gundê “Esrava” yê ser bi Merîwanê bo girtîgeha Şehramfer a Sinê hatiye veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, berpirsên Îtilaata Spaha Pasdaran gef xwarine ku girtina Elî Rûhî dê aliyê kêm sê mehan bidome.
Vê çavkaniyê daye zanîn ku Elî Rûhî di pêwendiyeke kurt a telefonî de digel kesûkarên xwe ragihandiye ku li vê girtîgehê rastî zextên tund ên derûnî û laşî hatiye.
Elî Rûhî roja Şemî 26ê Cotmeha 2024an, piştî gazîkirin bo Îtilaata Spaha Merîwanê hatibû girtin û bo cihekî nexuya hatibû veguhastin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast ji sedemên girtin û tohmetên li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin ber dest nîne.