Raporek ji canjidestdana gumandar a Şemsedîn Îsmayîlî li girtîgeha Amedê

11 June 2025 11:57

Hengaw; Çarşemî 11ê Hezîrana 2025an

Welatiyekî ciwan ê Kurd û xelkê navçeya Kotolê ya ser bi bajarê Xoyê yê bi navê Şemsedîn Îsmayîlî piştî 45 rojan ji binçavkirinê bi awayekî gumandar li girtîgeha Amad a Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest da. Sedema mirina vî welatiyê kurd ku li girtîgehê di bin îşkencê de bûye, xwekuştin hatiye ragihandin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Şemsedîn Îsmayîlî, welatiyê temen 25 salî û xelkê gundê “Hindiwan” ê ser bi navçeya Kotol a girêdayî bajarê Xoyê, piştî 45 rojan ji binçavkirinê di girtîgeha Amedê jiyana xwe ji dest da. Roja Pêncşemî 29ê Gulana 2025, nûçeya canjidestdana vî welatiyê Kurd ji malbata wî re hatibû ragihandin û sedema mirina wî jî xwekuştin hatibû ragihandin.

Termê vî welatiyê Kurd roja Çarşemî 4ê Hezîranê radestî malbata wî hatibû kirin û roja Yekşemî êvareya 8ê Hezîranê ji sînorê Razî yê ser bi bajarê Xoyê bo Îranê hate veguhastin û sibêdeha roja Duşemî jî bo Urmiyê hate şandin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd ji bo kar çûbû Tirkiyê û li termînala Amadê hatibû girtin û bo girtîgeha vî bajarî hatibû veguhastin. Herwisa vê çavkaniyê daye zanîn ku Şemsedîn Îsmayîlî, ji ber wê ku berê bi motorsîkletê tûşî bûyera hatinûçûnê bibû, di rewşeke nebaş de bûye û li girtîgeha navendî ya Amedê bi dijwarî hatibû îşkencekirin.

Sedema girtina vî welatiyê Kurd bi malbata wî re bi bê hûrdekarî û şiroveyek li ser vê mijarê bi tawanbar hatiye ragihandin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin