Bender Ebas; Nîma Ceiferî, welatiyê Kurd piştî girtinê di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest da
Hengaw; Înê 13ê Şibata 2026an
Nîma Ceiferî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Eywan ê ser bi parêzgeha Îlamê, piştî ku hefteya borî ji aliyê hêzên hikûmetî ve li Bender Ebasê hatibû girtin, di bin îşkenceyên giran ên hêzên Îtilaatê yên Komara Îslamî ya Îranê de hate kuştin. Vê navenda hikûmetî zext li malbata Ceiferî kiriye ku sedema mirina wî wekî xwekuştinê bidine zanîn.
Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 6ê Şibata 2026an, Nîma Ceiferî, welatiyê Kurd ê 22 salî û xelkê gundê “Serteng” ê ser bi bajarê Eywan li parêzgeha Îlamê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li Bender Ebasê hate girtin û piştî çend roj man di girtîgeha vê saziya serkutkar de, hate kuştin. Termê vî cangoriyê di bin çavdêriya trombêlên îdareya Îtilaatê de bo bajarê wî yê jidayîkbûnê wate Eywan hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke nêzîkî malbata Ceiferî, duh îdareya Îtilaata Bender Ebasê bi malbata wî re pêwendî girtiye û ji wan re gotiye ku ji bo wergirtina termê kurên xwe serdana Bender Ebasê bikin. Wan ji malbata vî ciwanî re gotine ku Nîma xwe kuştiye.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, termê Nîma Ceiferî piştî derbaskirina qonaxên yasayî li Bender Ebasê di 12ê Şibatê de radestî malbata wî hatiye kirin û sibêdeha roja Înê 13ê Şibatê li Eywanxerbê bi axê hatiye sipartin.
Herwisa Hengaw hatiye agehdarkirin ku, hêzên ewlehiyê vegerandina termê Nîma Ceiferî ji aliyê malbata wî ve ji Bender Ebasê bo Eywanê xistine di bin çavdêriya tund de.
Li gorî çavkaniyên Hengawê, malbata vî ciwanê cangorî bi tundî hatiye gefxwarin ku nûçeya kuştina kurê xwe ji aliyê hikûmetê ve eşkere nekin û ji egera ragihandina sedema mirina kurê xwe, divê bibêjin ku xwe kuştiye.
Ev welatiyê Kurd berê du salan wekî endamê Partiya “Komala Kurdistan”ê li Herêma Kurdistanê çalak bû. Navbirî beriya tevgera Jin, Jiyan, Azadî ev parî bi cih hêlabû û vegeriyabû bo zêdê xwe.
Navbirî du sal piştî vegera xwe ya bo Îranê, ji ber çalakiyên xwe di tevgera Jin, Jiyan, Azadî de hatibû girtin û lêpirsîn jê hatibû kirin.
Ew wekî gelek welatiyên din ên Kurd li Îlamê, ji ber nebûna derfetên kar li vê parêzgehê çûbû Bender Ebasê û di îskeleta Recayîşehr de dixebitî.
Li gorî amarên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji destpêka xwepêşandanên seranserî yên Îranê ve, du welatiyên Kurd piştî girtinê di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest dane. Soran Feyzîzade, welatiyê Seqizê, piştî ku di xwepêşandanên girseyî de li bajarê Bîcarê hatibû girtin, ji ber lêdan û îşkencekirinê jiyana xwe ji dest da.