Kuştara Spahê di hundurê welat de bi hênceta êrîşa derve; Fuad Elîxanî di bin îşkenceya Spaha Pasdaran de hate kuştin

28 June 2025 19:03

Hengaw; Şemî 28ê Hezîrana 2025an

Li berdewamiya serkutkirina berfireh a welatiyan li dema şer û piştî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de, Fuad Elîxanî, welatiyê Kurd ê xelkê Mayeştê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, di bin îşkenceyên dijwar ên hêzên Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê de hate kuştin. Malbata vî ciwanê Kurd derheq medyayîkirina kuştina hikûmetî ya kurê xwe hatine gefxwarin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 23ê Hezîrana 2025, Fuad Elîxanî yê 41 salî û xelkê gundê "Dereke" yê girêdayî bajarê Mayeştê, di bin îşkenceyên dijwar de li girtîgeheke Spahê hate kuştin. Navbirî di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de jî hatibû girtin.

Li gorî çavkaniyeke nêzî malbata Fuad Elîxanî, ev welatiyê Kurd roja Yekşemê 21ê Hezîranê, li xaleke lêkolînê li ser rêya vegerîna Kirmaşan bo Mayeştê, bi navê xala lêkolîn a "Azadigan"ê, piştî ku telefona xwe nedaye van hêzan, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatiye girtin.

Herwiha vê çavkaniyê daye zanîn ku, nîşanên şînbûnê li ser hemû laşê Fuad Elîxanî hatiye dîtin û perasûyên wî hatibûne şikestin.

Spaha Pasdaran a Komara Îsalmî ya Îranê, piştî 24 demjimêran, êvareya roja Duşemî ji malbata Fuad Elîxanî re ragihandine ku termê kurê wan li nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê ye. Termê vî ciwanê Kurd roja Sêşemî ji bo Pizîşê Yasayî hate veguhastin û roja Çarşemî jî hate biaxspartin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, malbat û xizmên Fuad Elîxanî derheq medyayîkirina nûçeya kuştina hikûmetî ya wî hatine gefxwarin û Pizîşkê Yasayî di bin zext û givaşan de sedema mirina wî rawestana dil daye zanîn.

Fuad Elîxanî di meşa tevgera Jin, Jiyan, Azadî de jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî mehekê di dawiyê de ji girtîgehê hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin