Destê Hawrê Qûwe di bin îşkenceyên dijwar de li girtîgeha Îtilaata Spahê li Urmiyê hatiye şikandin
Hengaw; Sêşemî 31 Kanûna 2024an
Hawrê Qûwe, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê ku du meh berî niha ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve li nêzîk bajarê Pîranşarê hatibû girtin, bo girtîgeha navendî ya Mehabadê hatibû veguhastin. Navbirî di heyama girtina xwe de rastî îşkenceyên dijwar hatiye û destê wî hatiye şikandin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama rojên borî de Hawrê Qûwe yê girtiyê siyasî piştî du meh ji binçavkirinê ji girtîgeha Îtilaata Spaha Pasdaran li Urmiyê bo girtîgeha navendî ya Mehabadê hatiye veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, desteke Hawrê Qûwe di bin îşkenceyê de şikestiye û navbirî di van rojên dawî de kariye ku malbata xwe di girtîgehê de bibîne.
Hawrê Qûwe roja Duşemî 28ê Cotmeha 2024an, li ser rêya Mehabad-Pîranşarê dema ku di nava trombêlê ya cura Piraydê de bûye, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatibû rawestandin û hatibû girtin.