Seqiz; Mêhran Ekremî ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî li bin îşkenceyê canê xwe ji dest da

Mêhran Ekremî yê ciwanê Kurd û xelkê bajarê Tikabê ku di meşa tevgera Jin

16 March 2024 10:38

Hengaw; Şemî 16ê Adara 2024an

Mêhran Ekremî yê ciwanê Kurd û xelkê bajarê Tikabê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de ji aliyê saziyên ewlehî yên bajarê Seqizê ve hatibû girtin, di bin îşkenceya hêzên Îtilaata vî bajarî de jiyana xwe ji dest da. Ev ji werzişvanê tekwandoyê bû û çendîn madalayên li asata parêzgehî û welat di karnameya xwe de hebû. Bi hesabkirina vê haletê 12 welatiyên Kurd ên ku di nava vê tevgerê de hatibûn girtin, di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 12ê Adara 2024an, Mêhran Ekramî yê ciwanê 32 salî û xelkê bajarê Tikabê ku di xwenîşandana girsyesî ya xelkê li meha Xezelwera sala 1401an a Rojî li bajarê Seqizê hatibû girtin, di bin îşkenceya hêzên Îtilaata vî bajarî de canê xwe ji dest da. Mêhran Ekremî di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin û ji wê demê ve li girtîgeha Îtilaata Seqizê û girtîgeha îdareya Îtilaatê ya vî bajarî de bi bê çarenivîs hatibû girtin.

Li gor çavkaniyeke nêzî malbata Ekremî, roja Pêncşemî 14ê Adarê, ji îdareya Îtilaata Seqizê pêwendî bi malbata wan re hatiye girtin ku, kurê wan canê xwe ji dest daye û ji bo radestkirina termê kurê xwe serdan bikin, lê dema ku ew ji bo radestkirina termê kurê xwe çûne girtîgeha navendî ya Seqizê, ji wan re gotine ku termê wî li nexweşxaneya “Xumeynî” ye.

Herwiha vê çavkaniyê gotiye: “Malbata wî piştî seredana nexweşxaneya Xumeynî agehdar bûne ku termê Mêhran ji bo lêkolîna laşî bo pizîşkiya dadwerî hatiye veguhastin û gihandina termê wî girêdayî bi wajoya bavê Mêhran e ku li ser wê hatiye nivîsandin ku lêkolîna pizîşkî dê salek dinê bi wan re bê radestkirin.

Hengaw agehdar bûye ku, heftiya borî Mêhran Ekremî ji girtîgeha navendî ya Seqizê bo girtîgeha Îtilaata Seqizê hatibû veguhastin û wê derê rastî lêdan û îşkenceya giran hatibû û ji ber bêkarketina herdu kurçikên wî bo nexweşxaneya “Xumeynî” hatibû veguhastin. Malbata Ekramî dane zanîn ku wan roja Sêşemî ji bo serdana kurê xwe çûne û 2 hêzên ewlehî li odeya wî bi cih bûne û herdu dest û lingekî wî bi texteyê re girêdabûn.

Mêhran Ekremî roja Sêşemî piştî çend rojan razandin li nexweşxaneyê, bi fermana pizîşk bo girtîgehê tê şandin û demjimêr 6ê êvareyê û tenê piştî 3 demjimêr ji veguhastina wî bo girtîgehê, careke din bo girtîgeha Îtilaatê hatiye veguhastin û her li wir di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dide.

Li gor gotina kesek nêzî vê malbatê, ku karîne termê Mêhran Ekremî bibînin, navbirî ji aliyê pişta serê xwe ve rastî şikestinê hatibû û aliyê serê birû û serê wî hatibûne birîndarkirin û ji aliyê poz, guh û dev ve jî rastî xwînrêjiyê hatibû.

Termê Mêhran Ekremî roja Pêncşemî radestî malbata wî hatiye kirin û di heman rojê de li bajarê Tikabê di nava rewşeke tund a ewlehiyê de merasîma bi axspartina wî bi rê ve çûye.

Hêjayî gotinê ye ku Mêhran Ekremî roja Şemî 12ê Mijdara 2022an, di nava tevgera Jin Jiyan Azadî de ji aliyê hêzên Îtilaata Seqizê ve hatibû girtin û ev di heyama 16 mehên borî de li girtîgeha Îtilaata Seqizê hatibû ragirtin. Di vê heyamê de malbata Ekremî çendîn caran hewl dabûn ku kurê xwe bi danîna barimteyê bi awayekî demkî azad bikin, lê her carê saziyên ewlehî rê li ber azadbûna wî ya demkî digirtin.

Xizmên vî ciwanê canjidestdayî ji Hengawê re gotine ku piştî mirina wî jî, saziyên ewlehî xwe ji dana telefon, canteyê pere û kelûpelên kesî yên Mêhran ji malbata wî re dûr girtine.

Li gor amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mêhran Ekremî 12emîn welatiyê Kurd e ku piştî binçavkirinê li meşa tevgera Jin Jiyan Azadî, di bin îşkenceyên saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê de jiyana xwe ji dest daye. Berê Îsmaîl Dezwar ji Seqizê, Mihemed Ebdulahî ji Îlamê, Ramîn Fatihî ji Sine, Saman Qadirpûr ji Şinoyê, Umîd Husênî ji Sine, Hêmin Eman ji Bokan, Şadiman Ehmedî ji Dêwulanê, Şehriyar Adilî ji Serdeştê, Mihemed Hacî Resûlpûr ji Bokanê, Şîrzad Ehmedînijad xelkê Bokanê û Berzîn Hemzezade yê 16 salî û xelkê Serdeştê piştî ku ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin, di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dan.


Di vî warî de zêde bixwînin