Raporek ji birêveçûna sizayê darvekirina 9 girtiyan
Hengaw; Çarşemî 6ê Mijdara 2024an
Di heyama rojekê de aliyê kêm 9 girtî ji wan sê girtiyên Belûç, du girtiyên Sîstanî û girtiyek ji hevwelatiyê Efxanî ku berê bi tohmetên “kuştina bi qest û madên hişberê” bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Yezd, Zahidan, Meşhed, Cîroft û Hemedanê hatine darvekirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Sêşemî 5ê Mijdara 2024an, sizayê darvekirina herî kêm 4 girtî bi navên “Mehmûd Şehrekî û Mihemedriza Dawer”, her du ji hevwelatiyên Sîstanî û xelkê bajarê Zabolê û “Mecîd Qedîrî” ji Meşhedê û “Zahir Seferî” ji hevwelatiyê Efxanistanê li girtîgeha Meşhed (girtîgeha Wekîlava) hate birêveçûn. Ev çar girtî berê di dosyeyên cuda de bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Girtiyekî din ê bi navê “Arif Kemalî” ji hevwelatiyên Belûç ê bajarê Cîroftê yê ser bi parêzgeha Kirmanê ku 7 sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Cîroftê hate darvekirin.
Hevdem girtiyekî din ê Belûç bi navê Ye`iqûb Narûyî yê temen 26 salî ku berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Zahidanê hate darvekirin. Ew xelkê Zahidanê û rûniştiyê bajarê Aqqela yê ser bi parêzgeha Gulistanê bû.
Girtiyekî din ê Belûç bi navê Muhsen Nijadî Moqedem (Sabekî) yê 30 salî roja Sêşemî 5ê Cotmehê li girtîgeha Yezdê hate darvekirin. Ew xelkê bajarê Rêgan ê ser bi Sîstan û Belûçistanê bû û bi tohmeta madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan.
Ji aliyeke dinê ve û hevdem digel darvekirina van girtiyane, 2 girtiyên xelkê Hemedanê yên bi navên Hamid Mêhriban yê 38 salî û Dariyûş Seîdî yê 32 salî li girtîgeha navendî ya Hemdanê (girtîgeha Elwend) hatine darvekirin. Hamid Mêhriban 6 sal berî niha bi tohmeta kuştina hevjîna xwe û Dariyûş Seîdî jî 5 sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest di pevçûneke bi kom de bi darvekirinê hatibû sizadan.