Birêveçûna sizayê darvekirina Qenber Ferhadî û Şîrzad Çemenî li girtîgeha navendî ya Îlamê

24 December 2025 09:09

Hengaw; Çarşemî 24ê Kanûna 2025an

Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navên Qenber Ferhadî û Şîrzad Çemenî ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate cîbicîkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 23ê Kanûna 2025an, sizayê darvekirina du girtiyên Kurd bi navên Qenber Ferhadî, xelkê bajarê Îlamê û Şîrzad Çemenî yê temen 33 salî û xelkê Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate cîbicîkirin.

Qenber Fehadî berê bi tohmeta kuştina bi qest û Şîrzad Çemenî jî 3 sal berî niha bi heman tohmetê hatibûn girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van du girtiyan di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên girêdayî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin