Piştrastkirina sizayê darvekirinê; Canê Mehrab Ebdulahzade ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî di metirsiyê de ye

21 December 2025 22:23


Hengaw; Yekşemî 21ê Kanûna 2025an

Canê Mehrab Ebdulahzade, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê û ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî, bi piştrastkirina sizayê darvekirina wî ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve di metirsiyeke cidî de ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de sizayê darvekirina Mehrab Ebdulahzade yê ciwanê temen 27 salî yê Kurd û xekê bajarê Urmiyê, ji aliyê Taya 9 a Dîwana Bilind a welat ve wek xwe hate piştrastkirin. Ev sizayê hatî dayîn roja Pêncşemî 18ê kanûnê bi awayekî fermî bi Mehrab Ebdulahzade re hatiye ragihandin û jê re xwstine ku "daxwaza efû kirinê" pêşkêş bike.

Mehrab Ebdulahzade havîna sala borî, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer “Necefzade” bi tohmeta “bexî” sizayê darvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Hengaw bere belavkiribû ku, Mehrab Ebdulahzade di dosyeya xwe de, bi kuştina yek ji endamê besîc ê ser bi Spaha Pasdaran hatiye tohmetbarkirin û bi tohmeta “bexî” ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve hatibû dadgehîkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, Mehrab Ebdulahzade Payîza 2022an, li meşa tevgera Jin Jiyan Azadî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû revandin û bo yek ji girtîgehên ewlehî li Urmiyê hatibû veguhastin. Navbirî piştî çend meh îşkence û lêpêçînkirinê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin