Birêveçûna sizayê darvekirina herî kêm 96 girtî li girtîgehên Îranê li Tîrmeha 2025an

Hengaw; Duşemî 4ê Tebaxa 2025an
Di heyama Tîrmeha 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 96 girtiyan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatiye birêveçûn. Ev amare pêka meha Tîrmeha 2024an, herî kêm 41 halet beranberî ji %74.5 zêde kiriye. Di meha Tîrmeha 2024an de sizayê darvekirina 55 girtiyan hatibû birêveçûn.
Pêka amar û belgeyên ku di Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama Tîrmeha 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 96 girtiyan di girtîgehên Îranê de hatiye cîbicîkirin. Hêjayî gotinê ye ku, nasnameya tevaw a 90 kes ji van girtiyane ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin û nasnameya 6 girtiyên dinê ber dest nîne.
Di vê mehê de, herî kêm 2 girtiyên siyasî yên xelkê Tehranê bi navên Mehdî Hesenî û Bêhrûz Îslamlû bi dizî ve hatine darvekirin.
Pêka vê raporê, herî kêm 3 jin li girtîgehên Yezd, Şîraz û Meşhedê hatine darvekirin. Atife Emînî ji Yezdê bi tohmeta kuştna bi qest, Nahîd Cewkar ji Şîrazê bi tohmeta madên hişber û Mehtab Beyatinî bi heman tohmetê li girtîgehên Yezd, Şîraz û Meşhedê hatine darvekirin.
Hêjayî gotinê ye ku, ji tevahiya 96 girtiyên ku di Tîrmeha 2025an de hatine darvekirin, tenê 4 halet di medyayên fermî yên Komara Îslamî ya Îran û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin. Herwisa sizayê darvekirina 2 girtiyan bi awayekî dizî ve û bi bê agehdarkirina malbatên wan û mafê hevtîtina bi malbatên xwe re hatiye birêveçûn. Sizayê darvekirina 2 girtiyan li bajarên Bokan û Damxanê di nav xelkê de hate birêveçûn.
Cudakirina darvekirinan pêka kêmîneyên netewî û etnîkî
Di meha borî de aliyê kêm sizayê darvekirina 14 girtiyên Lor li girtîgehên Îranê hatiye birêveçûn ku beranberî ji %14.5 ji tevahiya haletan e. Herwisa 13 girtiyên Tirkên Azerî, 11 girtiyên Kurd û 9 girtiyên Belûç hatine darvekirin.
Girtiyên Fars: 21 halet
Girtiyên Lor: 14 halet
Girtiyên Tirkên Azerî: 13 halet
Girtiyên Kurd: 11 halet
Girtiyên Belûç: 9 halet
Girtiyên Gîlek: 8 halet
Girtiyên Ereb: 4 halet
Girtiyên Tirkemen: 1 halet
Girtiyên Efxanî: 5 halet
Nasnameya etnîkî ya kesên nehatî teîdkirin: 10 halet
Cudakirin li gorî tohmetan
Di Tîrmehê de zêdetirîn darvekirin pêwendîdar bi madên hişber bûne ku 46 halet beranberî 48 ji sedî ji tevahiya haletan in.
Çalakvanên siyasî: 2 halet
Madên hişber: 46 halet
Kuştina bi qest: 43 halet
Destdirêjiya bi zorê ya seksî: 5 halet
Cudakirina girtiyên darvekirî pêka parêzgehan
Pêka amar û belgeyên Hengawê, di Tîrmeha 2025an de zêdetirîn girtî li girtîgehên parêzgeha Fars hatine darvekirin ku 11 halet in. Bi giştî di 22 parêzgehan de sizayê darvekirinê hatiye birêveçûn ku piştî parêzgeha Fars zêdetirîn amara darvekirinan li girtîgehên parêzgeha Hemedan 10 halet û Elborz bi 7 haletan hatiye tomarkirin.
Parêzgeha Fars: 11 halet
Parêzgeha Hemedan: 10 halet
Parêzgeha Elborz: 7 halet
Parêzgehên Yezd, Gîlan û Xurasana Rezewî: Her yek 6 halet
Parêzgehên Qum û Zencan: Her yek 5 halet
Parêzgehên Kirmaşan, Gulistan, Merkezî, Loristan û Tewrêz: Her yek 4 halet
Parêzgehên Sîstan û Belûçistan û Xûzistan: Her yek 3 halet
Parêzgehên Hormozgan, Mazenderan, Qezwîn, Urmiye û Îsfehan: Her yek 2 halet
Parêzgehên Îlam û Xurasana Başûr: Her yek 1 halet