Kirmaşan; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Yezdan Qenberî ji peyrewê ola Yarsan

06 November 2024 00:29

Hengaw; Çarşemî 6ê Mijdara 2024an

Yezdan Qenberî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Kirmaşanê û ji peyrewên ola Yarsan ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û bi derbasbûna 18 roj ji girtina vî welatiyê Kurd heta niha ti zanyariyek ji çarenivîsa wî ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 19ê Cotmeha 2024an, Yezdan Qenberî, temen 28 salî yê xelkê bajarê Kirmaşanê û ji peyrewê ola Yarsan ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hatiye girtin û bo cihekî nediyar hatiye veguhastin û bi derbasbûna 18 rojan ti zanyariyek ji çarenivîsa wî ber dest nîne.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd heta niha bê encam maye û saziyên ewlehî jî, ji dana her cure bersivekê di derbarê navbirî de xwe dûr girtine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin