Raporek li ser girtina şeş çalakvanên olî li bajarê Merîwanê

Hengaw; Pêncşemî 12ê Hezîrana 2025an
Di heyama rojên borî de, du çalakvanên olî yên Kurd û xelkê bajarê Merîwanê yên bi navên Zaniyar Aftabî û Aso Emînî, ji aliyê hêzên Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hatine girtin. Çar çalakvanên dinê yên bi navên Zana Kerîmzade, Vurya Secadî, Qani`i Destefken û Ebdulbasit Destefken, nêzî mehek berî niha hatine girtin û çarenivîsa wan nexuya ye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 9ê Hezîrana 2025an, du çalakvanên olî yên Kurd û xelkê bajarê Merîwanê yên bi navên Zaniyar Aftabî û Aso Emînî, her du bavê zarokan, li encama êrîşa hêzên Îtilaatê bo ser malên wan li vî bajarî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin û bi derbasbûna sê roj ji binçavkirina wan heta niha ti zanyariyek li ser çarenivîsa wan ber dest nîne.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtilaatê bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî êrîşî ser malên van her du welatiyan kirine û bi çêkirina keşeke tirsandin û hilgirtina vîdyoyan, ew binçav kirine.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, di heyama meha borî de çar çalakvanên din ên olî yên Kurd bi navên Zana Kerîmzade, Vurya Secadî, Qani`i Destefken û birayê wî Ebdulbasit Destefken, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve li vî bajarî hatine girtin û çarenuvîsa wan nediyar e.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî van şeş çalakvanên olî hatinî sepandin û herwisa çarenivîs û cihê ragirtina wan ber dest nîne.