Kirmaşan; Pûriya û Şuca`i Minetî du bira yên peyrewên ola Yarsan hatine girtin

14 June 2024 22:30

Hengaw; Înê 14ê Hezîrana 2024an

Pûriya Minetî Minceq Tepe û Şuca´i Minetî Minceq Tepe, du birayên Kurd ên girtî û peyrewên ola Yarsan ên xelkê bajarê Sehne yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, ku di halê derbaskirina heyama girtîgeha xwe de bi awayê dengê vekirî bûn, piştî ku xwe bi girtîgehê dane naskirin, carek din hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Pûriye û Şuca´i Minetî, du birayên xelkê bajarê Sehnê, piştî wê ku xwe rojane bi girtîgeha Baz a Çeşme Sifîda Kirmaşanê didane naskirin, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.

Pûriya û Şuca´i Minetî, beriya niha ji ber beşdarîkirin di rêûresma 21emîn salvegera koça dawî ya Seyîdxelîl Elînijad, hunermend û yek ji kesayetiyên navdar ên civaka Yarsan di meha Mijdara sala 2022an de û hevdem digel tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibûne girtin û piştî midehkê hatibûne dadgehîkirin.

Ev du birayane piştre bi tohmeta "têkdana aramî û asayişa giştî, ji rêya çêkirina qerebalix û birîndarkirina bi zanebûn"  ji aliyê Taya 2 ya Dadgeha Keyferî ya Kirmaşanê ve bi salek girtîgehê û 74 derbên qamçiyan hatibûne sizadan.

Hêjayî baskirinê ye ku, ev du birayane piştî guhertina sizayê girtîgehê bo dengê vekirî, di heyama çend mehên derbasbûyî de, di beşa biryara vekirî ya girtîgeha Çeşme ya Sifîda bajarê Kirmaşanê di halê derbaskirina heyama sizayê girtîgeha xwe de bûn.


Di vî warî de zêde bixwînin