Serpêla Zehaw; Revandina Wuriya Emîrî, nûciwanê kar ji aliyê hêzên Îtilaatê ve

20 August 2025 15:08

Hengaw; Çarşemî 20ê Tebaxa 2025an

Wuriya Emîrî, nûciwanê temen 16 salî yê Kurd û xelkê bajarê Serpêla Zehawê yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 18ê Tebaxa 2025an, Wuriya Emîrî, nûciwanê temen 16 salî yê xelkê bajarê Serpêla Zehawê ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hate girtin.

Hewlên malbat û kesûkarên Wuriya Emîrî bi mebesta agehdarbûn ji çarenivîsa vî nûciwanê 16 salî heta niha bê encam maye û ev yeka jî nîgeraniya zêdetir derbarê çarenivîsa navbirî li pey xwe aniye.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Wuriya Emîrî ji ber çalakiyên xwe yên mezhebî hatiye girtin û heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek hûr derbarê çarenivîs û cihê ragirtina navbirî ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin