Mamoste Berzan Melekî, bi yek sal girtîgeh û qedexekirina hertimî ya liberkirina kincên melatiyê hate sizadan

Hengaw: Yekşemî 29ê Hezîrana 2025an
Mamoste Berzan Melekî, pêşnimêj û yek ji mamosteyên Mizgefta Camî`i ya Şêxîna Sine, ji aliyê Dadgeha Taybet bi Mamosteyan li Hemedanê bi yek sal girtîgeh û qedexekirina hertimî ya pêşnimêjî û liberkirina kincên melatiyê hate sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 28ê Hezîrana 2025an, Mamoste Berzan Melekî, mamosteyê Kurd ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyan ve li Hemedanê bi tohmeta “propagende li dijî hikûmetê” bi yek sal girtîgehê hate sizadan û ev sizaye ji rêya telefonê ve bi navbirî re hatiye ragihandin. Herwisa navbirî bi qedexekirina hertimî ya pêşnimêjî û liberkirina kincên melatiyê hate sizadan.
Piştî nîveroya Duşemî 26ê Gulana 2025an, Mamoste Berzan Melekî, mamosteyê olî yê Kurd piştî ku ji bo Dadgeha Taybet a Mamosteyan li Hemedanê hate gazîkirin, hate girtin.
Hêjayî gotinê ye ku, mamoste Berzan Melekî, roja Yekşemî 25ê Gulanê bo îdareya Îtilaatê li Sineyê hatibû gazîkirin û lêpêçîn jê hatibû kirin.
Ev mamosteyê olî yê Kurd berê roja Duşemî 27ê Çileya 2025an, di demekê de ku li rêya çûn bo Mizgefta Mekkî ya Zahidanê bû û bi vexwendineke fermî hatibû banghêjkirin; Bi destêwerdana hêzên ewlehî li 20 kîlometreya bajarê Sine bo Dêwulanê hatibû girtin û bi fêrxwazên xwe re hatibûne vegerandin.