Ciwanro; Girtina Erselan Fetahî û Saman Seferî ji peyrewên ola Yarsan ji aliyê hêzên ewlehî ve
Hengaw; Pêncşemî 30ê Çileya 2025an
Du welatiyên Kurd ên peyrewên ola Yarsan yên bi navên Erselan Fetahî û Saman Seferî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 29ê Çileya 2025an, Erselan Fetahî û Saman Seferî, du welatiyên Yarsanî yên xelkê Gaware li bajarê Ciwanroyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Erselan Fetahî û Saman Seferî ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatine girtin.
Vê çavkaniyê herwisa ragihandiye ku, Erselan Fetahî piştî çend demjimêran ji binçavkirina demkî hatiye azadkirin, lê Saman Seferî hîn jî di girtîgehê de ye û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî van du welatiyên Kurd hatinî sepandin li ber dest in.