Kirmaşan; Mucteba Weysî ji peyrewê ola Yarsan ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve bi awayekî hovane hate girtin

06 March 2025 22:48

Hengaw; Pêncşemî 6ê Adara 2025an

Mucteba Weysî, welatiyê Kurd ê peyrewê ola Yarsan û ji rêkxerên cejna Newrozê li Kirmaşanê, ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve bi awayekî tundûtûjî li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 5ê Adara 2025an, Mucteba Weysî, temen 36 salî û xelkê Kirmaşanê û ji peyrewê ola Yarsan, ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve li Kirmaşanê bi awayekî hovane hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtilaata Spahê, ev welatiyê Kurd li parka Şîrîn a vî bajarî bi awayekî hovane binçav kirine û keça wî ya biçûk ku digel bavê xwe bûye bi tenê li wir bi cih hêlane.

Hêjayî gotinê ye ku, di heyama rojên borî de Mucteba Weysî digel komek ji çalakvanên çandî li Kirmaşanê amadekariyên birêvebirina rêûresma Newrozê dikirin, lê saziyên ewlehî hewl didin ku rê ji birêveçûna vê rêûresmê bigrin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî spandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin