Qesra Şîrîn; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa du welatiyên Kurd ên peyrewên ola Yarsan

22 February 2025 16:18

Hengaw; Şemî 22ê Şibata 2025an

Du welatiyên Kurd û xelkê bajarê Qesra Şîrîn ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê û ji peyrewên ola Yarsan ên bi navên Luqman Weysî û Nasir Ezîzî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin û bi derbasbûna hefteyek ji binçavkirina wan ti zanyariyek derheq qedera wan li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 15ê Şibata 2025an, du welatiyên Kurd ên bi navên Luqman Weysî yê temen 19 salî û Nasir Ezîzî yê 18 salî û herdu xelkê Qesra Şîrîn û ji peyrewên ola Yarsan, ji aliyê hêzên Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin û bi derbasbûna hefteyek ji binçavkirina wan ti zanyariyek derheq qedera wan li ber dest nîne.

Her yek ji Luqman Weysî û Nasir Ezîzî di malên malbatî yên xwe de û bi bê nîşandana her cure belgeyeke dadwerî hatine binçavkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbata wan du welatiyên Kurd derheq agehdarbûn ji çarenivîsa wan heta niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera van du welatiyên Kurd, ti zanyariyek serast li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin