Qesra Şîrîn; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Luqman Weysî

21 February 2025 19:01

Hengaw; Înê 21ê Şibata 2025an

Luqman Weysî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Qesra Şîrîn ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê û ji peyrewê ola Yarsan, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hatiye girtin û bo cihekî nediyar hatiye veguhestin û bi derbasbûna şeş roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq qedera wî li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 15ê Şibata 2025an, Luqman Weysî yê temen 18 salî û xelkê Qesra Şîrîn û ji peyrewê ola Yarsan, li encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala malbatî ya wî li taxa "Qesrî Cedîd" hate binçavkirin û bo cihekî nediyar hate veguhastin û bi derbasbûna şeş roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çrenivîsa wî li ber dest nîne.

Li gor çavkanieyek agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê ev welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirine û bo cihekî nexuya veguhastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd, ti zanyariyek serast li  ber  dest  nînin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin