Girtina Murteza Seyîdî û Nesrulah Emîrlû bo birêvebirina sizayê girtîgehê

06 November 2024 11:29

Hengaw; Çarşemî 6ê Mijdara 2024an

Murteza Seyîdî û Nesrulah Emîrlû ji çalakvanên kedkarî ji bo derbaskirina heyama sizayê du sal girtîgeha bi ser wan de hatî sepandin hatine binçavkirin û  bo girtîgeha Êvîna Tehranê hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 5ê Cotmeha 2024an, Murteza Seyîdî, welatiyê Kurd û ji çalakvanê kedkarî yê xelkê bajarê Kamêranê digel Nesrulah Emîrlû piştî gazîkirin bo Taya Sêyem a Birêvebirina Sizayan a Dozgeriya bajarê Qudê hatine girtin û ji bo derbaskirina heyama sizayê du sal girtîgehê bo girtîgeha Êvîna Tehranê hatine veguhastin.

Ev du welatiyane li Tîrmeha 2024an digel Mihemed Îrannijad, çalakvanekî din ê kedkarî, ji aliyê Taya 2 a Dadgeha Şoreş a Şehriyarê ve bi serokatiya dadwer Behram Penahî, bi tohmeta “pêkanîna girûp û deste bi mebesta têkdana ewlehiyê” her yek bi du sal girtîgehê û bi giştî bi 6 sal girtîgehê hatibûne sizadan.

Murteza Seyîdî û Nesrulah Emîrlû roja Înê 15ê Nîsana 2022an, digel çend kes ji çalakvanên kedkarî yên dinê ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Şehriyar ê ser bi parêzgeha Tehranê hatibûne girtin.

Ev du çalakvanên kedkarî, di dawiya Nîsana heman salê de bi danîna barimteyê û bi şêweyekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Êvînê hatibûne berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin