Sine; Kamran Saxtimanger, girtiyê siyasî yê berê hate girtin

05 February 2025 19:26

Hengaw; Çarşemî 5ê Şibata 2025an

Kamran Saxtimanger, çalakvanê kedkarî û girtiyê siyasî yê berê yê Kurd careke din ji aliyê hêzên ewlehî yên Komra Îslamî ya Îranê ve li bajarê Sine hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 4ê Şibata 2025an, Kamran Saxtimanger ê çalakvanê kedkarî û xelkê bajarê Sine hate girtin.

Ev welatiyê Kurd li şeqama “Camî” ya bajarê Sine ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatiye binçavkirin.

Kamran Saxtimanger, roja Pêncşemî 29ê Îlona 2022an, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin. Navbirî di encamê de roja Şemî 25ê Şibata 2024an piştî 149 roj binçavkirin di girtîgeha navendî ya Sinê de hatibû berdan.

Kamran Saxtimanger, berê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a bajarê Sinê ve bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” sizayê 3 meh girtîgeh û dana perê nexdî bi ser de hatibû sepandin.

Sizayê girtîgehê yê vî çalakvanê kedkarî paşê bo dana parê nexdî hate guherîn û navbirî paşê li ser hev bi 34 milyon Tumen dana pareyê nexdî hate sizadan.

Navbirî herwisa berê bi tohmeta “endamê Partiya Komele û propagendekirin li dijî hikûmetê” bi 5 sal girtîgehê hatibû sizadan ku ev sizaye bo 28 meh girtîgeh hatobû kêmkirin û di encamê de li rêkefta 21ê Adara 2023an ji girtîgeha navendî ya Sineyê hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin