Sine; Emced Geriyaxîz, çalakvanê kedkarî bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate girtin

Hengaw; Sêşemî 8ê Tîrmeha 2025an
Emced Geriyaxîz, çalakvanê kedkarî yê Kurd û xelkê bajarê Sine bi mebesta cîbicîkirina sizayê şeş meh girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Sine hate veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 7ê Tîrmeha 2025an, Emced Geriyaxîz, çalakvanê kedkarî yê temen 42 salî û xelkê bajarê Sine bi mebesta cîbicîkirina sizayê şeş meh girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
Emced Geriyanxîz, heyamek berî niha ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi tohmeta "handana bazarî û kasibkaran bi mebesta girevgirtinê" 6 meh sizayê girtîgeha sepiyayî û 2 sal sizayê girtîgeha ragirtî bi ser de hatibû sepandin.
Emced Geriyaxîz bi rolhebûn di girevgirtina meha Şibatê de ya li derheq nîşandana nerazîbûnê li dijî sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî hatibû tohmetbarkirin.
Emced Geriyaxîz di heyama girtina xwe ya 35 rojan de ji hemû mafên sereke yên wekî destpêregihîştin bi parêzer, pêwendiya telefonî û dermanan hatibû bêparkirin.
Ev welatiyê Kurd oja Çarşemî 22ê Çileya 2025an, bi awayekî tundûtîjî û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatibû girtin û bo girtîgeha Îtilaata Sine û piştre bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin.
Ev çalakvanê kedkarî di dawiyê de roja Sêşemî 25ê Şibata 2025an, bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Sine hatibû berdan.