Pexşan Ezîzî li benda biryara Dîwana Bilind; Berdewamiya bêparbûn ji hevtîtinê
Hengaw; Çarşemî 6ê Mijdara 2024an
Pexşan Ezîzî, girtiya siyasî ya Kurd a bi darvekirinê hatî sizadan, ji 125 roj berî niha ve heta niha herwisa ji mafê hevdîtina rûbirû digel endamên malbata xwe û herwisa parêzerên xwe hatiye bêparkirin. Dosyeya vê girtiya siyasî nêzî 20 roj berî niha bo Dîwana Bilind hatibû şandin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Pexşan Ezîzî ya girtiya siyasî ya xelka Mehabadê ku di girtîgeha Êvînê de binçavkirî ye, di halekê de heyama 125 rojên derbasbûyî hevdem digel dewra duyem a 14emîn hilbijartinên serkomariyê li Îranê, ji mafê hevdîtinê hatiye bêparkirin, herwisa çavnihêrê biryara Dîwana Bilind e.
Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata vê girtiya siyasî, Pexşan Ezîzî, tevî qedexekirina tevawa ya hevdîtinên rûbirû di heyama 4 mehên derbasbûyî de, heta sê hefte berî niha ji mafê pêwendiya telefonî jî hatibû bêparkirin. Di vê navberê de, hewlên Emîr Reîsiyan û Maziyar Tatayî, ji parêzerên Pexşan Ezîzî ji bo hevtîtina bi vê girtiyê re herwisa berdewam in.
Pexşan Ezîzî roja Çarşemî 14ê Tebaxa 2024an, bi tohmeta “bexî” bi darvekirinê hatibû sizadan. Ew piştre bi vebûna dosyeyek dinê di Taya Sêyem a Lêpirsîna Dozgeriyê li Êvînê di bin navê “Çêkirina Alozî li Girtgehê” rû bi rû bû û 6 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.
Hêjayî gotinê ye ku, Pexşan Ezîzî 4ê Tebaxa 2023an, li şehreka Xerazî ya Tehranê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hatibû girtin. Ev rojnamevana Kurd roja 11 Kanûna 2023an ji benda 209 a girtîgeha Êvînê ya naskirî bi bendîxaneya îdareya Îtilaatê bo benda jinan a Êvînê hatibû veguhastin.
Pexşan Ezîzî 16ê Mijdara 2009an, di kombûna nerazîbûnê ya xwendekarên Kurd ên zanîngeha Tehranê de, li dijî darvekirina girtiyên siyasî li Kurdistanê hatibû girtin û di dawiyê de, roja 19ê Adara heman salê, piştî 4 meh ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî hatibû azadkirin.
Pexşan Ezîzî piştre ji ber zext û gefên berdewam ên saziyên ewlehî yên Îranê ji welatê Îranê çûbû derê û ji bilî lêkolîna li ser rewşa jinan li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, ji bo baştirkirina vê rewşê, hin hewl di warê hevkariya civakî de encam dabûn.