Derçûna sizayê darvekirinê bo sê girtiyên olî yên Kurd û Belûçek ji wan Jinek bi tohmeta "Miharibe"

06 October 2025 09:12

Hengaw; Duşemî 6ê Cotmeha 2025an

Nesîme Îslamzehî, welatiya Belûç û hevjînê wê yê bi navê Erselan Şêxî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Serdeştê digel girtiyekî din ê bi navê Hesen ên girtiyên olî di dosyeyeke hevbeş de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta "Miharibe" sizayê darvkirinê bi ser wan de hate sepandin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawη, roja Yekşemî 5ê Cotmeha 2025an, Nesîme Îslamzehî, girtiyeka olî ya girtî li girtîgeha Qerçeka Weramin û hevjînê wê yê bi navê Erselan Şêxî digel girtiyekî din ê bi navê Hesen ku herdu jî li girtîgeha Evînê girtî ne, di dosyeyeke hevbeş de ji aliyê Taya 15an a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya Dadwer Ebulqasim Selewatî bi tohmeta "Miharibe" bi rêya "endamtiya di girûpa DAIŞê" de sizayê darvekirinê bi ser wan de hate sepandin.

Ev her sê girtî ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve wek berpirsên teqîna otobuseke rêwiyan li ser rêya Tehran-Îlamê di îlona 2023an de hatine tohmetbarkirin, ku di encamê de zarokekî 18 mehî jiyana xwe ji dest dabû. Ev tevî wê yekê ye ku van girtiyan di dema kombûna pêregihîştin bi dosyeyên xwe de ev tohmet red kirine.

Hêjayî gotinê ye ku Nesîme Îslamzehî di dema girtina xwe de ducanî bû û piştî heft mehan, wê keça xwe Tesnîm li girtîgehê anî dinyayê. Piştî zarokbûnê dayîk û zarok bo heyama 40 rojan di şert û mercên nebaş de, bi bê sîstima hêniker û ronahiya guncaw di odeya takekekî de hatine ragirtin û dû re ji bo beşa qerentînê hatine veguhastin.

Ev her sê welatî roja Çarşemî 6ê Îlona 2023an, li bajarê Melard a ser bi parêzgeha Tehranê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûne girtin û ji bo lêpirsînê bo Zahedanê hatibûne veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin