Merîwan; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Zahid Ehmedî

06 November 2024 14:01

Hengaw; Çarşemî 6ê Mijdara 2024an

Zahid Ehmedî, welatiyê Kurd û xelkê Merîwanê ji 40 roj berî niha ve ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, li dawiya meha Tebaxa îsal Zahid Ehmedî, xelkê gundê "Reşe Dê" yê girêdayî bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve li vî bajarî hatiye girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Zahid Ehmedî piştî ku li Merîwanê hatiye girtin bo girtîgeha Şehramfer a Îtilaata Spaha Pasdaran li Sinê hatiye veguhastin.

Ev welatiyê Kurd nêzî 40 rojên borî di girtîgehê de ji mafê çavpêketina rûbirû û destpêregihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin û tenê du pêwendiyên kurt ên telefonî hebûye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê sedemên girtin û tohmetên li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin