Birêveçûna sizayê darvekirina 7 girtiyan ji wan du girtiyên Kurd û sê girtiyên Efxanî
Hengaw; Çarşemî 6ê Mijdara 2024an
Sizayê darvekirina 7 girtiyan ji wan du girtiyên Kurd û sê girtî jî xelkê Exanistanê yên bi navên Celîl Îqbalî, Feramerz Înhisarî, Mistefa Serlek, Mihemed Husên Beyat, Ecmel Ezîzî, Mihemed Tacîk û Sadiq (paşnavê wî nediyar e) li girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê hate birêveçûn. Ev heft girtiyane bi tohmetên wekî; kuştina bi qest, tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û destdirêjiya bi zorê bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 6ê Mijdara 2024an, du girtiyên Kurd yên xelkê bajarê Hersîna Kirmaşanê yên bi navê Celîl Îqbalî û Feramerz Înhisarî ku li pey hev bi 7 û 5 sal berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û bi îdamê hatibûne sizadan, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hatine darvekirin.
Hevdem sizayê darvekirina girtiyekî Lor û xelkê Loristanê yê bi navê Mistefa Serlek digel Mihemed Husên Beyat ê xelkê Tehranê û kesek jî xelkê Efxanistanê yê bi navê Ecmel Ezîzî ku berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûnê û di dosyeyên cuda de bi darvekirinê hatibûne sizadan, hate birêveçûn.
Du girtiyên dinê yên xelkê Efxanistanê yên bi navên Mihemed Tacîk û Sadiq (paşnavê wî nediyar e) ku berî niha bi tohmeta destdirêjiya bi zorê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûe sizadan, digel van pênc girtiyane hatine darvekirin.
Nûçeya darvekirina van heft girtiyane, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.