Birêveçûna sizayê darvekirina Qubad Fethulahî û Kiyûmers Qubadî li girtîgeha navendî ya Îlamê
Hengaw; Çarşemî 17ê Kanûna 2025an
Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navên Qubad Fethulahî û Kiyûmers Qubadî ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate cîbicîkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 16ê Kanûna 2025an, sizayê darvekirina du girtiyên Kurd bi navên Qubad Fethulahî, xelkê Îlamê û Kiyûmers Qubadî yê 37 salî û xelkê Hulîlana Îlamê, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate cîbicîkirin.
Qubad Fethulahî berê bi tohmeta kuştina bi qest û Kiyûmers Qubadî jî 9 sal berî niha bi heman tohmetê hatibûn girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan. Kiyûmers Qubadî roja Duşemî 15ê Kanûnê ji bo cîbicîkirina sizayê xwe bo odeya takekesî ya girtîgeha navendî ya Îlamê hatibû veguhastin.
Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van du girtiyan di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên girêdayî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.