Sewlava; Çar welatî ji wan zarokek ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

06 November 2024 19:07

Hengaw; Çarşemî 6ê Mijdara 2024an

Nûciwanekî Kurd ê bi navê Sîna Esedî Hekîm û 3 welatiyên dinê yên bi navên Ce`ifer Erdelan, Hemîd Salihînijad û Mihemed Kerîmî bi awayekî hovane ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li bajarê Sewlavayê hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 5ê Mijdara 2024an, Sîna Esedî Hekîm ê 15 salî, Hemîd Salihînijad ê 27salî, Mihemed Kerîmî yê 31 salî û Ce`ifer Erdelan ê 40 salî û welatiyên xelkê gundê "Dêweznav" ê ser bi Sewlavayê hatine girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyane bi awayekî tunûtijî û herwiha bi lêdan û kutaneke tund di malên xwe de hatine girtin.

Sîna Esedî Hekîm, Ce`ifer Erdelan, Hemîd Salihînijad û Mihemed Kerîmî piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatine veguhastin û heya niha ti zanyariyek ji tohmetên ku li dijî van welatiyên Kurd hatinî sepandin  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin