Rûmala nerazîbûnên Çileyê; binçavkirina 21 welatiyên Kurd, ji wan zarokek, li Sunqur û Kulyayî, Kirmaşan, Hersîn û Dereşar
Hengaw, Pêncşemî 8ê Çileya 2026an
Diwazdeh welatiyên xelkê Sunqur û Kulyayî yên ser bi parêzgeha Kirmaşanê, heft welatiyên xelkê Kirmaşanê, Mihemedemîn Qeretepe, xelkê Dereşara parêzgeha Îlamê û Kemal Mehdewî, xelkê Hersîna Kirmaşanê ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin binçavkirin. Di vê navberê de zarokek bi navê Artîn Perwînî û jinek bi navê Estêre Firûxî hatine binçavkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 7ê Çileyê 2026an, Mahan Debîrîpûr, Pûrya Bimxeşt ê xwendekar, Artîn Perwînî yê zarokê temen 15 salî, Areş Heyatî yê temen 19 salî, Azad Nadirî û Mîlad Weysî, xelkê Kirmaşanê û Mihemedemîn Qeretepe yê temen 30 salî û xelkê Dereşarê hatine binçavkirin.
Herwiha roja Sêşemî 6ê Çileyê, Kemal Mehdewî yê xelkê Hersîna parêzgeha Kirmaşanê li yek ji şeqamên vî bajarî ji aliyê hêzên hikûmetê ve hate binçavkirin.
Roja Duşemî 5ê Çileyê, Hesen Rostemî Namdarî, xelkê Kirmaşanê û Estêre Firûxî, Riza Muradî, Mistefa Gulzar, Muhsên Kamyab, Mihemed Seyfûrî, Îbrahîm Pêşewayî, Murteza Serhedî, Îbrahîm Muzeferî, Ehed Seyfûrî, Arman Mesûdî, Ferîborz Ebasî, Yezdan Fê`ilgîrî yên xelkê Sunqur û Kulyayî hatine binçavkirin.
Ev welatî piştî binçavkirinê bo cihêkî nediyar hatine veguhastin û heta niha ti zanyariyek li ser çarenivîsa wan li ber dest nîne.