Avdanan; Hêzên hikûmetî bi awayekî tundûtîjî çar welatiyên Kurd du ji wan zarok binçav kirin

17 December 2025 22:37

Hengaw; Çarşemî 17ê Kanûna 2025an

Emîrelî Heyderî û Husên Haciyan, welatiyên ciwan ên xelkê Avdananê yê ser bi Îlamê, û du zarokên 17 salî yên xelkê vî bajarî bi navên Îlma Îmanî û Suhêl Parkerzan, ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi tundûtîjî hatin girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 15ê Kanûna 2025an, Îlma Îmanî yê 17 salî û xelkê gundê "Hezaranî" yê girêdayî Avdananê û Suhêl Parkerzan ê 17 salî û xelkê gundê "Heft Kanî" yê ser bi vî bajarî, û herwiha Emîrelî Heyderî û Husên Haciyan, çar welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Avdananê yê ser bi parêzgeha Îlamê hatine girtin.

Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, girtina Emîrelî Heyderî, Husên Haciyan, Îlma Îmanî û Suhêl Parkerzan, bêyî nîşandana ti belgeyeke dadwerî û bi awayekî tundûtîjî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatiye encamdan.

Ev welatî piştî girtinê ji aliyê hêzên hikûmetê ve bo cihekî nediyar hatine veguhastin û heta niha derbarê çarenivîs û cihê ragirtina wan ti zanyariyeke hûr li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin