Şino; Çar welatiyên Kurd ji wan zarokekî 16 salî ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatine girtin

15 December 2025 15:49

Hengaw; Duşemî 16ê Kanûna 2025an

Sirac Elyasî, zarokê temen 16 salî, Şaho Îbrahîmî, Fer`an Çûpan û Şefî`i Ehmedî, welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên hikûmetê ve bi awayekî tundûtîjî û tirsandinê hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 14ê Kanûna 2025, Sirac Elyasî, zarokê temen 16 salî û xelkê gundê Asinavê yê ser bi bajarê Şinoyê bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Herwiha, roja Yekşemî 13ê Kanûna a 2025an, Şaho Îbrahîmî, xelkê gundê "Alkawê" yê girêdayî bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên Îtilaatê ve bi bê nîşandana her cure belgeyeke dadwerî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhestin. Ev yeka di halekê de ye ku birayê wî yê bi navê Şivane Îbrahîmî jî, ji nêzîk du hefte berî niha ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatiye girtin û heta niha jî di girtîgehê de ye.

Di êvareya heman rojê de, du welatiyên din ên bi navên Fer`an Çûpan, xelkê gundê Sergîz û Şefî`i Ehmedî yê xelkê gundê Balagir ê ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên hikûmetê ve bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhestin.

Heta niha, ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û cihê ragirtina van welatiyên Kurd ti zanyariyek serast li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin