Şino; Girtina sê welatiyan ji wan du zarokan ji aliyê hêzên ewlehî ve

08 October 2025 23:39

Hengaw; Çarşemî 8ê Cotmeha 2025an

Du zarokên bi navên Rêbwar Mûsewî û Zahîr Azerî û welatiyekî din ê bi navê Fexredîn Xalîdî yên xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 7ê Cotmeha 2025, Rêbwar Mûsewî û Zahîr Azerî, her du jî temen 17 salî û Fexredîn Xalîdî, welatiyên xelkê "Mîrave" ya ser bi bajarê Şinoyê hatine girtin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku Rêbwar Mûsewî û Zahîr Azerî piştî veguhestina wan bo îdareya Îtilaatê û çend demjimêran lêpirsînê bi awayekî demkî hatine berdan lê Fexredîn Xalîdî herwisa girtî ye.

Ev welatiyane bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatine girtin û sedemên girtin û tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin ti zanyariyeke li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin