Rûmala nerazîbûnên meha Çileyê; Girtina 13 welatiyên Kurd li Merîwan, Kirmaşan, Dêhloran, Îlam, Bedre, Sunqur Kulyayî, Serable, Karzan, Avdanan û Dereşarê
Hengaw, Sêşemî 6ê Çileya 2026an
Mihemed Celîliyan ji Kirmaşanê, Elîriza Paryab ji Dêhloranê, Artîn Suhrabî zarokê 17 salî, Emîn Yûsifî û Riza Dostînijad ji Îlamê, Arman Dadfer ji Bedreyê, Kiyûmers Waîzî û Mehdî Baqirî ji Sunqurê, Mihemedemîn Mehmûdiyan ji Serableyê, Ehmedriza Mihemediyan ji Karzanê, Emîrhusên Ebasî ji Avdananê, Hatem Îbrahîmî ji Merîwanê û Elî Darabî ji Dereşarê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine binçavkirin.
Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafên Mirovan a Hengaw, roja Duşemî 5ê Çileya 2026an, Riza Dostînijad ê 24 salî û Mihemed Celîliyan fermanberê nexweşxaneya Farabî ya Kirmaşanê ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatine binçavkirin.
Herwiha roja Yekşemiyê jî, Mihemedemîn Mehmûdiyan ê 18 salî û xelkê Serableyê, Ehmedriza Mehmûdiyan ji Serableyê, Artîn Suhrabî zarokê 17 salî û Emîn Yûsifî yê 26 salî welatiyên xelkê Îlamê, Elîriza Paryab ê 27 salî û xelkê Dêhloranê, Elî Darabî yê 22 salî xelkê Dereşarê, Emîrhusên Ebasî yê 23 salî û xelkê Avdananê û Arman Dadfer ê 22 salî û xelkê Bedreyê ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine binçavkirin.
Di berdewamiya binçavkirinên roja Yekşemiya vê heftiyê de, Kiyûmers Waîzî, mamoste û girtiyê siyasî yê berê û Mehdî Baqirî ji çalakvanên medenî û xelkê Sunqur Kulyayî, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve di dema nerazîbûnên vî bajarî de hatine binçavkirin.
Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek li derheq cih û rewşa ragirtin û tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin li ber dest de nînin.