Perham Perwerî ji girtîgeha Îranşehrê bo girtîgeha navendî ya Zahidanê hate veguhastin

03 November 2024 10:28

Hengaw; Yekşemî 3ê Mijadar 2024an

Perham Perwerî ji girtiyê tevgera “Jin Jiyan Azadî” ku sizayê xwe yê 10 sal girtîgeh û dûrxistinê derbas dike, piştî wê ku di girtîgeha Îranşehrê de ji aliyê hejmarek ji girtiyên tawanên asayî ve rastî lêdan û azardanê hat û dîtina çavê wî tûşê tarîbûnê hat, bo girtîgeha navendî ya Zahidanê hate veguhastin. Ev veguhastine ji ber nebûna pizîşkên pispor li Îranşehrê hatiye ragihandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 31ê Cotmeha 2024an, Perham Perwerî, girtiyê siyasî yê xelkê Seqizê û ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî, piştî ku di heyama hefteyên borî de, li girtîgeha Îranşehrê ji aliyê girtiyên dinê ve rastî lêdan û kutanê hatibû, ji bo çareseriya pizîşkî bo girtîgeha navendî ya Zahidanê hate veguhastin.

Çavkaniyeke agehdar di vê derbarê de ji Hengawê re ragihandiye, piştî azardan û lêdana Parham ji aliyê çend girtiyên tawanên asayî ve û veguhastina wî bo odeya takekesî û çaresernekirina wî bi şêwazekî pisporane, asta dîtina çavê Perham rastî tarîbûnê hatiye.

Berpirsên girtîgeha Îranşehrê heya niha ti raporeke fermî û serast bi malbata Perham re nedane û sedema vê veguhastinê jî wergirtina tedawiyên pizîşkî li Zahidanê dane zanîn.

Di heyama rojên borî de Perham Perwerî yê girtiyê siyasî ku sizayê 10 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha Îranşehrê derbas dike, ji aliyê hejmarek ji girtiyên vê girtîgehê ve rastî lêdan û kutanê hatibû û bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin û piştre jî, ji aliyê îdareya girtîgehê ve bo odeya takekesî hatibû veguhastin.

Li gorî gotina Sirwe Sûzenî, dayîka Parham Perwerî, beşek ji wan girtiyên ku li Parham xistine, filaskê çayiyê bo aliyê wî firedane û ev yeka hevdem bûye sedema şikestina hestiyên ser çavê wî û birîndarbûna wî û herwiha beşek ji laşê Parham bi tundî hatiye şewitandin.

Hengawê berê di raporekê de derheq rewşa Perham Perwerî li girtîgeha Îranşehrê ragihandibû ku, Perham di heyama hefteyên borî de ti pêwendiyeke telefonî bi malabata xwe re nebûye û ev yeka bûye sedema nîgeraniya malbata navbirî derheq rewşa tendirustiya kurê van.

Hêjayî gotinê ye ku Perham Perwerî li girtîgeha Îranşehrê, bêyî berçavgirtina cudakirina girtiyan, di nav girtiyên tawanên asayî û tawanbarên metirsîdar de tê ragirtin.

Perham Perwerî, werzişvanê ciwan yê xelkê Seqizê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de li Tehranê bi lêdan û kutanê hatibû girtin û piştî dayîna siza li 13ê Çileya 2024an, bi awayekî nihênî bo girtîgeha Îranşehrê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hatibû dûrxistin.

Di meha Hezîrana 2024an de, endazyar Perham Perwerî, ji aliyê Taya 28 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya "Emûzade" bi tohmeta "miharibe" bi 10 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha "Cask" li parêzgeha Hormozganê û bi tohmeta "hewldan li dijî ewlehiya netewî" bi 5 sal girtîgeha hatibû sizadan.

Ev sizaye roja Sêşemê 19ê Hezîranê, bi awayekî fermî ji malbata endazyar Perham Perwerî re hatibû ragihandin. Rûniştina dadgehîkirina vî welatiyê Kurd roja Yekşemî 28ê Gulana 2023an di halekê de hatibû lidarxitin ku du car rûniştina dadgehîkirin wî hatibû paşxistin.

Sizayê navbirî piştî nerizatiya Maziyar Tatayî yê parêzerê vî girtiyê siyasî bo Taya 9 a Dîwana Bilind hate şandin û di meha Kanûna heman salê de wek xwe hate pejirandin.

Perham Perwerî ku di 9ê Mijdara 2022an de, bi tohmeta "miharibe" ji aliyê Dadseraya Êvînê ve rû bi rû bibû, roja Yekşemî 9ê Nîsana 2023an, tevî 20 girtiyên siyasî yên dinê bi bê agehdarkirina berê ji girtîgeha mezin a Tehranê bo girtîgeha Êvînê hatibûne veguhastin.

Ev ciwanê xelkê Seqizê roja Duşemî 3ê Cotmeha 2022an, dema ku ji karê xwe vedigeriya bo mala xwe di nava xwenîşandanên xelkê bajarê Tehranê de, bi awayekî hovane û bi lêdan û kutanê ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatibû girtin, navbirî di dema binçavkirinê de ji aliyê hêzên ewlehî ve rastî îşkenceyên dijwar ên laşî hatibû. Herwiha di heyama lêpêçînê de li benda Wezareta Îtilaatê li girtîgeha Êvînê ji bo vergrtina îtirafên bi zorê di bin zext û givaşan de bûye û rastî  gefan  hatibû.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin