Dêwulan; Raporek derbarê sepandina sizayê girtîgehê bi ser Soheyla Mutayî, çalakvana warê mafê jinan

24 December 2025 21:25

Hengaw; Çarşemî 24ê Kanûna 2025an

Soheyla Mutayî, çalakvana warê jinan û yek ji girtiyên 8ê Marsê û tevgera Jin, Jiyan, Azadî li Dêwulanê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve li dosyeyeke pêwendîdar bi girtina wê ya piştî rêûresma roja Cîhanî ya Jinan (8ê Marsê), sizayê sê sal girtîgeha ragirtî û şeş meh girtîgeha sepiyayî bi ser de hate sepandin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 19ê Kanûna 2025an, Soheyla Mutayî ji girtiya tevgera Jin, Jiyan, Azadî li Dêwulanê ku di salên borî de çendîn caran hatiye girtin, ji aliyê Dadgeha Tawanan a Dêwulanê ve, bi tohmeta "piropagende li dijî nîzamê û belavkirin di medyayên derveyî Îranê de" sizayê 6 meh girtîgeha sepiyayî û herwisa 3 sal girtîgeha ragirtî bi ser de hate sepandin.

Ev sizaye li pêwendî digel dosyeya girtina navbirî piştî rêûresma roja Cîhanî ya Jinan (8ê Marsê), û bêyî dayîna derfeta berevanîkirin ji xwe, li dijî vê çalakvana mafê jinan hatiye derçûn.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, di dema lêkolînkirina dosyeya wê de, rê bi navbirî re nehatiye dayîn ku nerazîbûn an daxwaza pêdaçûnê tomar bike û berpirsên dadwerî ragihandine ku di egera her cure gavekê de, dosye ji bo cîbicîkirina siza, dê bo beşa cîbicîkirina sizayan were şandin.

Soheyla Mutayî, berê jî roja Yekşemî 15ê Hezîrana 2025an, di pêwendî digel dosyeyek dinê de, ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Tawanan a Duya bajarê Dêwulanê ve, bi tohmeta "propagendekirin di berjewendiya girûp an rêkxistinên dijebrê Komara Îslamî de" sê meh sizayê girtîgeha sepiyayî û sê sal sizayê girtîgeha ragirtî bi ser de hatibû sepandin.

Soheyla Mutayî êvaroya roja Duşemî 10ê Adara 2025an, ji ber çalakî û amadebûna wê di rêûresma vê dawiyê ya taybet bi roja Cîhanî ya Jinan li Sine, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li Dêwulanê hatibû binçavkirin û piştî hefteyekê bi danîna barimteyê hatibû berdan.

Ev çalakvana warê mafê jinan di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de du caran hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê Dadgeha Şoreş a Dêwulanê ve bi giştî 60 meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin. Navbirî piştî derbaskirina çend meh sizayê girtîgehê hatibû efûkirin û ji girtîgehê hatibû berdan.

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin