Girtîgeha Urmiye; Şahîn Wesaf ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî bi 10 sal girtîgehê hate sizadan

10 September 2025 09:49

Hengaw; Çarşemî 10ê Îlona 2025an

Şahîn Wesaf ê welatiyê Kurd û xelkê Selmasê û rûniştiyê bajarê Urmiyê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi deh sal girtîgehê hatiye sizadan. Ev girtiyê siyasî berê bi darvekirinê hatibû sizadan ku ev sizaye di encamê de ji aliyê Dîwana Bilind ve hate hilweşandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Şahîn Wesaf ê temen 29 salî û ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî li Urmiyê, ji aliyê Taya Yek a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi deh sal girtîgehê hate sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku, Şahîn Wesaf berê ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê ve bi serokatiya dadwer Riza Necefzade ji dadwerên navxirab ên Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê bi tohmeta “sîxurîkirin bo Îsraîlê” bi darvekirinê hatibû sizadan û sizayê wî bi awayekî fermî roja Sêşemî 3ê Cotmeha 2023an jê re hatibû ragihandin.

Sizayê vî girtiyê siyasî ji aliyê yek ji tayên Dîwana Bilind a Îranê ve ji ber redkirina şopandinên dosyeyê hatibû redkirin û bi mebesta pêregihîştina dubare bo taya hevşêweya wê hatibû vegerandin.

Şahîn Wesaf, roja 21ê Îlona 2022an, li meşa tevgera Jina Jiyan Azadî digel pismamê xwe yê bi navê Nasir Wesaf ji aliyê hêzên Îtilaatê ve li Urmiyê hatibûne girtin û ji bo girtîgeha vê saziya ewlehî hatibûne veguhastin û piştî lêpêçînê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibûne veguhastin. Nasir Wesaf piştî salek binçavkirinê ji girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû berdan.

Hengawê berê dabû zanîn ku, Şahîn Wesaf di bin îşkenceyên dijwar de hatibû neçarkirin ku li dijî xwe îtirafa bi zorê bike û di dema birêvecûna kombûna dadgehê de ji mafê parêzerê diyarîkirî hatibû bêparkirin.

Şahîn Wesaf di heyama girtîgehê de ji mafê azadiya demkî (mirexesî) bêpar bû û niha jî li beşa siyasî ya girtîgeha navendî ya Urmiyê ye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin