Redkirina daxwaza azadiya bi merc a Maşalah Keremî ji endamê malbatên dadxwaz

13 August 2025 19:35

Hengaw; Çarşemî 13ê Tebaxa 2025an

Daxwaza azadiya mercdar a Maşalah Keremî, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Bîcarê û ji endamê malbatên dadxwaz û bavê Mihemedmehdî (Komar) Keremî ji cangoriyê tevgera Jin Jiyan Azadî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate redkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 11ê Tebaxa 2025an, daxwaza azadiya mercdar a Maşalah Keremî, girtiyê siyasî li girtîgeha navendî ya Kerecê û ji endamê malbatên dadxwaz ji aliyê Taya 12 a Dadgeha Pêdaçûnê ya parêzgeha Elborzê ve hate redkirin.

Parêzerê Maşalah Keremî berê ragihandibû, ev girtiyê siyasî zêdetir ji nîveya heyama sizayê girtîgeha xwe derbas kiriye û egera azadiya wî ya mercdar heye.

Maşalah Keremî piştî qebûlkirina daxwaza komkirina sizayên xwe ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi 3 sal û 7  meh girtîgehê hatibû sizadan. Ev welatiyê Kurd berê di du dosyeyên cuda de li ser hev bi 5 sal û 3 meh girtîgehê hatibû sizadan.

Ev girtiyê siyasî li rêkefta 21ê Çileya 2025an, ji aliyê Taya 12 a Dadgeha Pêdaçûnê ya parêzgeha Elborzê ve bi tohmetên “sipîkirina pere û bidestveanîna dahatên neyasayî” bi 1 sal girtîgehê û destbiserdegirtina mal û tirombîla wî hatibû sizadan. Navbirî li Tîrmeha sala borî jî, ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Tawanan a Duya Nezerabadê ve sizayê 8 sal û 10 meh girtîgeh û dana milyardek û 900 milyon Tumen perê nexdî û destbiserdegirtina mal û milk bi ser de hatibû sepandin.

Navbirî li Tebaxa sala borî di beşeke din a dosyeya xwe de ji aliyê Dadgeha Pêdaçûnê ya Elborzê ve bi tohmeta “pêkanîna deste û girûp” bi 3 sal û 7 meh girtîgehê û bi tohmeta “piropagende li dijî hikûmetê” bi 8 meh girtîgehê hatibû sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku, Maşalah Keremî beriya niha ji aliyê Dadgeha Şoreş a Kerecê ve bi tohmeta “kombûn û lihevkirin li dijî ewlehiya navxwe” bi 5 sal girtîgeh û “hewldan li dijî ewlehiya netewî” bi salek girtîgehê hatibû sizadan.

Maşalah Keremî roja 22ê Tebaxa 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û ji bo girtîgeha navendî ya Kerecê hatibû veguhastin.

Mihemedmehdî Keremî yê ciwanê 21 salî yê Kurd û xelkê Bîcarê digel Mihemed Husênî bi tohmeta kuştina Ruhulah Ecemiyan yê endamê Besîc bi îdamê hatibûne sizadan û piştî îşkenceyên dijwar roja 7ê Çileya 2023an hatibûne darvekirin; Ev du ciwanên hanê di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibûne girtin.

 

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin