Avdanan; Çar girtiyên siyasî yên Kurd di dosyeyeke dinê de bi sêzdeh sal û şeş meh girtîgehê hatine sizadan

28 October 2025 16:49

Hengaw; Sêşemî 28ê Cotmeha 2025an

Mihemed Daniyalî, Wehîd Çaviran, Nasir Rizayî û Mihemedhusên Hasilî, girtiyên siyasî yên Kurd ên xelkê Avdananê, di dosyeyeke dinê de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve li ser hev bi sêzdeh sal û şeş meh girtîgehê hatine sizadan. Sê kes ji van girtiyane ku berê di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibûn girtin; di desyeya yekem de, her yek ji wan bi 12 sal gitîgeh û dûrxistin bo girtîgehên Kirman, Zahidan û Meşhedê hatibûne sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye b Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Taya Duyem a Dadgeha Tawanan a Parêzgeha Îlamê, Wehîd Çaviran û Nasir Rizayî bi tohmeta "hilgirtina çekan" her yek bi 5 sal girtîgehê, Mihemed Daniyalî bi tohmeta "hebûna çeka colt" bi 2 sal girtîgeh, Mihemedhuseyîn Hasilî bi tohmeta "beşdarîkirin di şer û pevçûnê de" bi salek girtîgeh û bi tohmeta "hebûna çeka nêçîrê" bi 6 meh girtîgeh û bi giştî bi 13 sal û 6 meh girtîgehê siza dan.

Di vê navberê de, Mihemedhusên Hasilî wekî sizayê tevawker bi dayîna 10 milyon Tumen û herwiha dayîna pereyê nexdî bi sikalaker jî hatiye sizadan.

Roja Yekşemî 4ê Gulana 2025an, Nasir Rizayî û Wehîd Çaviran, çalakvanên sivîl, çiyager û mamosteyên Paragilayderê, herdu jî xelkê Avdananê, û Mihemedhesen Hasilî yê xelkê bajarê Serab Baxê yê ser bi bajarê Avdananê, bi rêzê ve bo girtîgehên Kirman, Zahidan û Meşhedê hatibûne dûrxistin.

Roja Duşemî 8ê Çileya 2024an, Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îlamê, ev sê welatiyên Kurd her yek bi tohmetên wekî "dijayetiya Xwedê" û "kombûn û lihevhatin li dijî ewlehiyê" bi 12 sal girtîgehê û dûrxistin bo girtîgehên Kirman, Zahidan û Meşhedê siza dabûn.

Mihemedhesen Hasilî roja Çarşemî 26ê Tîrmeha 2023an, Wehîd Çaviran roja Înê 23ê Hezîrana 2023an û Nasir Rizayî roja Yekşemî 13ê Tebaxa heman salê hatine girtin û bo girtîgeha navendî ya Îlamê hatine veguhastin.

Mihemed Daniyalî, ku berê bi tohmeta "kombûn û lihevhatin li dijî ewlehiya neteweyî" û "encamdana tawanên civakî" bi 2 sal girtîgehê hatibû sizadan, roja Şemî 15ê Adara 2025an li Dêhluranê ji bo birêvbebirina sizayê 2 salan hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Îlamê hate veguhestin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin