Serdeşt; Birîndarbûna kolberek bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî

06 November 2024 19:23

Hengaw; Çarşemî 6ê Mijdara 2024an

Kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Serdeştê yê bi navê “Cebar Zari`i” li ser sînorê Qendîlê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi tundî hate birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 5ê Mijdara 2024an, Cebara Zari`i, kolberê xelkê gundê “Kolesey Sefla” ê ser bi bajarê Serdeştê di dema kolberiyê de bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî li dijî hejmarek kolberan li ser sînorê Qednîlê bi dijwarî hate birîndarkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev kolberê Kurd bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya Pîranşarê hatiye veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin