Newsûd; Birîndarbûna kolberek bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî

07 November 2024 12:13

Hengaw; Pêncşemî 7ê Mijdara 2024an

Kolberekî Kurd ê bi navê “Esed Fîrûzbext” yê xelkê bajarê Ciwanroyê, di dema kolberiyê de li ser sînorê Newsûdê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi tundî hate birîndarkirin û ji ber kûrahiya birînên xwe bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Sêşemî 5ê Mijdara 2024an, Esed Fîrûzbext, kolberê xelkê bajarê Ciwanroyê, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî li dijî hejmareke kolberan li ser sînorê Newsûdê bi dijwarî hate birîndarkirin û bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Esed Fîrûzbext bi bê agehdarkirina berê ji aliyê van hêzan ve hatiye armanckirin û zêdetirî 100 gulleyên saçmeyî li mil û pişta wî ketine.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin