Sine; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Hebîb Fereculahî
Hengaw; Pêncşemî 7ê Mijdara 2024an
Welatiyekî Kurd ê bi navê “Hebîb Fereculahî”, ji 36 roj berî niha ve ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li Sinê hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û heta niha ti zanyariyek ji çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna 36 roj ji girtina Hebîb Fereculahî yê welatiyê xelkê bajarê Sinê ji aliyê hêzên ewlehî ve, hê jî zanyariyek serast ji çarenivîs û rewşa tendirustiya wî ber dest nîne.
Pêka gotina çavkaniyên Hengawê, ev welatiyê Kurd 1ê Cotmeha 2024an, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li sinê hatibû girtin û bo cihekî nexuya hatibû veguhastin.
Hêjayî gotinê ye ku, lipeyketinên malbata Hebîb Fereculahî ji bo agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa wî heta niha bê encam maye û saziyên ewlehî xwe ji dana her cure bersivekê di vê derbarê de dûr girtine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.