Sine; Berdewamiya girtin û nexuyabûna çarenivîsa Ferdîn Şêxulîslamî

08 November 2024 17:45

Hengaw; Înê 8ê Mijdara 2024an

Ferdîn (Ako) Şêxulîslamî, çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Sinê tevî derbasbûna mehek ji girtina navbirî, herwisa çarenivîsa wî nediyar maye û di girtîgehê de ragirtî ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Ferdîn Şêxulîslamî, çalakvanê sivîl ku heyam 37 roj di girtîgehê de ye û rewşa wî nexuya ye û ti pêwendiyeke telefonî bi malbata xwe re nebûye û lipeyketinên malbata navbirî derheq agehdarbûn ji çarenivîsa wî bê encam maye.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Ferdîn Şêxulîslamî di heyama vê dawiyê de ji hemû mafên xwe yên sereke yên wekî mafê pêwendiya telefonî, mafê çavpêketina rûbirû bi malabta xwe re û herwiha mafê destpêregihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, Ferdîn Şêxulîslamî roja Çarşemî 2ê Cotmeha 2024an, digel hevjîna xwe ya bi navê Ferîba Muradiyan li bajarê Sinê hatibûne girtin ku hevjîna navbirî piştî du rojan bi danîna barimteyê hatibû berdan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin û herwiha tohmetên ku li dijî Ferdîn Şêxulîslamî hatinî sepandin ti zanyariyeke serast ber dest nîne.

Ev çalakvanê medenî berî niha jî, careke din li sala 2018an, ji ber çalakiyên xwe, ji bo heyamakê ji aliyê Wezareta Îtilaatê ve  hatibû  girtin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin