Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Mîlad Reşîdî yê welatiyê xelkê Seqizê
Hengaw; Înê 8ê Mijdara 2024an
Mîlad Reşîdî yê welatiyê Kurd û xelkê Seqizê, ji 11 roj berî niha ve ji aliyê navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û çarenivîsa wî nexuya ye. Navbirî ji ber weşandina postekê li ser rûpela xwe ya Instagramê ya derbarê êrîşên Îsraîlê bo ser navendên leşkerî yên Îranê hatiye girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna 11 roj ji binçavkirina Mîlad Reşîdî, welatiyê 29 salî yê xelkê Seqizê, ti zanyariyeke serast ji qeder û cihê ragirtina navbirî ber dest nîne û lipeyketinên malbata wî di vê derbarê de heya niha bê encam mane.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mîlad Reşîdî roja Çarşemî 30ê Cotmeha 2024an, dema ku diçû ser karê xwe, li yek ji şeqamên bajarê Seqizê ji aliyê hêzên Îdareya Îtilaatê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhsatin.
Hêjayî gotinê ye ku hêzên ewlehî piştî binçavkirina Mîlad Reşîdî, êrîşî ser mala navbirî jî kirine û tevî vekolîna mala wî dest danîne ser hin tiştên navbirî yên kesî.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Mîlad Reşîdî ji ber belavkirina postekê li ser rûpela xwe ya Intagramê li pêwendî digel êrîşên Ertêşa Îsraîlê bo ser navendên leşkerî yên Îranê hatiye girtin.